Yekem kovara rexneyê

21

haber
“Edîtorê kovarê Yeşîlmen: “Gotara kovara me ya pêşîn, nivîseke nemir Kamûran Bedirxan e û me rasterast ji Hawarê girt. Ev gaveke sembolîk bû. Em tu caran girîngiya rojname û kovarên kevin jibîr nakin.””

Yekemîn kovara kurdî ya rexneyê ya bi navê “”Wêje û Rexneyê”” ya 1ê rêbendana 2014an hat çapkirin. Di hejmara yekemîn de hevpeyvîneke giştî li ser wêje û rexneyê bi Haşîm Ahmedzade re, dosyayeke taybet, nivîsên Kamûran Elî Bedirxan, Roger Lescot, wergerên gotarên îngilîzî, fransî cîh digrin. Di dawiya kovarê de jî beşeke bi navê pirtûkxaneyê heye û di vê beşê de pirtûkên kurdî didin nasîn.

Edîtorê kovara bi navê “Wêje û Rexneyê” Dawid Yeşîlmen pirsên nûçegihana Anadolu Agencyê bersivand. Yeşîlmen, qala çîrok û pêvajoya derxistina kovarê kir û wiha got: “Fikra kovarê bi rastî hem pir kevn e hem jî pir nû ye. Berî niha bi du salan daxwazeke me ya bi vî rengî hebû. Komeke me ya xwendinê ya wêjeya kurdî ya li Diyarbekirê ev çend sal in bi awayekî periyodîk berhemên wêjeyî dixwîne û di nav lêgerînekê de bû. Ez jî xwendekarekî wê komê bûm ku di bihara 2013an de me xwest ku êdî kovareke me hebe. Hema ji nişka ve hatibû ser zimanê min û hevalên min jî erê kiribûn. Endamên komê yên li Qoserê jî bi heman şêwazê berhemên kurdî di bin banê koma xwendinê de dixwendin. Piştî hevdîtinên me, me biryar da ku kovarekê bi hev re derxin. Di encamê de ev kovar derket. A rastî me dixwest ku çend hevalên li Stenbolê jî tevlî me bibin, lê ji ber dûrbûnê wan hevalan nexwestin tevlî me bibin. Hew di warê werger û nivîsandinê de xwestin alîkariya me bikin. Di dawiya dawîn de bi xebateke çarmehî, ev kovar gihişte ber destê xwendekaran. Navenda kovara me Amed e.”

– “Ev kovareke rexneyî û zanistî ye”

Yeşîlmen da zanîn ku ev kovar kovareke akademik nîne, kovareke rexneyî û zanistî ye û wiha dewam kir: “Ev kovareke rexneyî û zanistî ye. Helbet pirsên çiqas rexneyî û zanistiyê jî dibe ku bêne pirsîn jî. Ew jî ê bibe rexneya rexneyê.”

– Daxwaza me ew e ku em ji zaravayên din jî nivîsên rexneyî çap bikin

Yeşîlmen der barê naveroka kovarê de wiha axivî: “Me hewl da ku di vê kovarê de bi giştî çar tiştan bikin. Yek di der barê wêjeyê de analîzên dirêj û kûr bigihînine xwendekaran. Du, ji wêjeya cîhanê gotarên hêja û balkêş wergerînine kurdî ku êdî em wêjeyê ji zimanê duyemîn neşopînin. Sê, heya ji destê me bê, em exlaqekî rexnenasiyê têxine nav wêjeya kurdî. Çar, her çiqasî di vê hejmara pêşî de em pir ne serkeftî bin jî, ez bawer dikim ku di hejmara duyemîn de em ê vê yekê baştir bikin ku ji zaravayên din jî nivîsên rexneyî çap bikin û bikin ku ev kovar bibe malê her çar perçeyê Kurdistanê û dîasporayê.”

Yeşîlmen got ku her kes dikare bibe nivîskarê me û wiha dewam kir: “Di her hejmarê de dosyayeke taybet ê hebe. Hejmara pêşîn li ser bêcihûwariyê bû. Ev hejmar jî li ser qerekteran e. Nivîsên gelekî balkêş têne destê me an em wan werdigerînin. Ji bilî dosyayê jî gotarên ku eleqedarî wêjeyê bin ê bêne wergerandin û çapkirin. Jixwe ji sedî 30yê kovarê dê werger be. Di nav me de hevalên ku ji çend zimanên cîhanê dikarin wergerê bikin jî hene.”

-“Em li ser bingeha kovarên heyî îro kovarekê çap dikin”

Edîtorê kovara bi navê “Wêje û Rexne”yê Dawid Yeşîlmen kovarên heyî jî nirxandin û bal kişand cihê kovara Wêje û Rexneyê û wiha pê de çû: “Gotara kovara me ya pêşîn, nivîseke nemir Kamûran Bedirxan e û me rasterast ji Hawarê girt. Ev gaveke sembolîk bû. Em tu caran girîngiya rojname û kovarên kevin jibîr nakin û di her hejmarê de, ez bawer dikim ku herî kêm analîzek ê li ser kovar û rojnameyên kevin hebe. Em li ser bingeha wan îro kovarekê çap dikin. Bi taybetî jî Çirusk, W, Nûbihar, Zend kovarên ku li ber dilê min gelekî giranbuha ne û her tim ji wan sûdê werdigirim.”

– Daxwaza me ew e ku qadên rexnegiriya wêjeya kurdî fireh bikin

Yeşîlmen da zanîn ku tu îdiayeke wan a wisa nîne ku valahiyê dagirin û wiha axivî: “Em dixwazin vê qadê berfirehtir bikin, valahiyên nû derxînin ber çavan. Qadên rexnegiriya wêjeya kurdî fireh bikin da ku rexne li tevahiya zanistên civakî belav bibe, mijarên nû tevlî nîqaşan bibin, heyecanek û baweriyek were rexnegirên kurd. Hinekî aksiyon jî divê.”

Yeşîlmen bal kişand ser nivîskar û xwendevanên kurdî û wiha dewam kir: “Bêyî heqaret û biçûkkirin, ez ê gelekî kêfxweş bim ku em hinek nivîskaran aciz jî bikin. Bila bizanibin ku êdî xwedekarên kurd, berheman bi baldarî dixwînin.”

– “Sê qorziyên çapemeniya kurdî êdî temam dibin”

Yeşîlmen got ku berê nivîskar hebûn û berhem hebûn, lê qorziya sêyemîn tunebû, vala bû û wiha axivî: “Xwendevaniya kurdî muxeyyel bû, lê êdî îro hêdî hêdî ew sê qorzî temam dibin. Li gelek bajaran komên xwendinê hene, pirtûkên kurdî hêdî hêdî çapa duyemîn dikin, nivîskarên nû û ciwan derdikevin. Beşên wêjeya kurdî di zanîngehan de hene, navendên wêjeyî vedibin, hejmara kovaran û weşanxaneyan zêdetir dibe.”

Yeşîlmen da zanîn ku helbet armanca wan a pêşxistina wêjeya kurdî û zimanê kurdî jî heye û wiha dewam kir: “Lê em ji karekî exlaqî zêdetir karekî evînî dikin. Em vî karî dikin ne ku em dibêjin divê em zimanê kurdî bi pêş bixin, em zindî bikin, dewlemend bikin, zimanê me hewcedarê me ye… Ev tev derew in. Pêwîstiya zimanê kurdî bi me nîne. Pêwîstiya me bi zimanê kurdî heye. Kurdî jixwe têra xwe dewlemend e. Yên xwedî kurdiyeke qels em in. Ji ber vê yekê dibêjim, em vî karî ji ber hezkirina xwe dikin. Belkî armanceke me jî ev be ku em hişmediyeke bi kurdî ava bikin.”

– “”Reaksiyona xwendewanan pir erênî ye””

Edîtorê kovarê Yeşîlmen behsa eleqeya xwendekar, nivîskar, lêkolîner û zanyarên zimanê kurdî û wiha peyivî: “Heya vê rojê reaksiyon pir erênî ne. Lê piraniya van kesên ku me pîroz dikin, me ji bo keda me pîroz dikin. Helbet çend kesên ku kovar xwendine jî li me geriyan û fikrê xwe bi me re parve kirin. Lê em ê pir kêfxweş bin ger rexneyên avakar jî li me bên kirin. Pêşveçûn bi vî awayî dibe. Herwiha ji niha ve me pênc gotarên pir hêja ji bo hejmara duyemîn girtine.”

Yeşîlmen pirsa “Hûn rexneyê çawa dikin, rêzikên we hene an na, hûn firsendê didine nivîskaran da ku ew jî xwe îfade bikin?” wiha bersivand: “Kovara me hîn pir pir ciwan e. Dema me çênebûye ku em vê yekê fêm bikin. Lê ez bi xwe ê gelekî kêfxweş bim ger niha nivîskarek an weşangerek bi nivîskî bersiva rexneyên me bide. Bi kêfxweşî em ê jî çap bikin.”

çavkanî: hawarnet