Yadê

20
Cehennemi görmezsen cennet sana tatlı olmaz.

Tu cehnemê nebini buhust bi te xwes nabe.

haber

YADÊ

 

Te çima lembe girt yadê

Min ji te re ne got

Ez ji şeve tarî ditirsim

Dilop dilop xwîn dibarê

Ji dil û kezaba min

Xewn û xeyalên min di lewetin

Bi gume gume çekan

Ji ber guhê min naçin daye

Qêrîn û hawara zarokan

Dest û lingên min direelin

Birîne min kûr dibin

Dengê xwîşk û birayên min tê

Ji deverne nêzîk

Lêbelê çima yadê dengê wa wilo

Bi girî û tirsonek e.

Gelo zarok çi kirine ji mezina dayê

Ma çek û silah wan dana çekirin

Ev ewrê reş wa kişand ser tav û rojê

Û qey wan bakire vî diyarî melkemot.