Şerh û Şîroveya Helbesta Melayê Cizîrî (Dil Ji Min Bir)

12

DIL JI MIN BIR

Şox û şengê zuhrerengê dil ji min bir dil ji min

Awirên heybet pilingê dil ji min bir dil ji min

Wê şepalê miskê xalê dêmdûrê gerden şemalê

Cebheta biskan sema lê dil ji min bir dil ji min

Zulf û xalan nûn û dalan wan ji min dil bir bi talan

Goşeyê qewsê hilalan dil ji min bir dil ji min

Dên nedîrê bo ‘ebîrê xemrî û gîs û herîrê

Sîne kir amancê tîrê dil ji min bir dil ji min

Surşirînê nazenînê kuştim û nakit yeqînê

Wê bi çengala evînê dil ji min bir dil ji min

Fetl û taban da xuraban ebleq û cohtê şebaban

Dame ber pence û kulaban dil ji min bir dil ji min

Xweşxeramê ez xulamê nazikê şîrînkelamê

Tûtiya eywanmeqamê dil ji min bir dil ji min

Mahirûyê miskiboyê surpilingê şêrixûyê

Wê bi zulfa şubhê goyê dil ji min bir dil ji min

Herdu weşman naz û xeşman kê ji ber wan ‘eql û hiş man

Sa’eta min dî bi çeşman dil ji min bir dil ji min

Mahitabê afitabê dêm ji roj û şeb niqabê

Xweş bi çengal û kulabê dil ji min bir dil ji min

Serwinazê serferazê şubhê zêr remza mecazê

Dame ber çakûç û gazê il ji min bir dil ji min

Bejn û bala tûx û ‘ala min kirin vêk ra mutala

Çîçeka terhîn-i wala dil ji min bir dil ji min

Mîrê xazî şîrê tazî vêk-i ran min dî bi bazî

Kir li me j’ xeflet ve gazî dil ji min bir dil ji min

Şîr û xişt in zulf û qişt in hin veşarin hin vehiştin

Pehlewanan dest vemiştin dil ji min bir dil ji min

Rohniya çehvên Melayî ew tecellaya te dayî

Ya ji Ehmed dil revayî dil ji min bir dil ji min

ŞÎROVEKIRINA HELBESTÊ

  • Şox û şengê zuhrerengê dil ji min bir dil ji min

       Awirên heybet pilingê dil ji min bir dil ji min

Ewê têr ronahî, gelek temîz ê nipnûyê rengê wê wekî wexta ronahiya nîvro, dilêmin ji min kir, dilê min ji min nema. Temaşaya wê wekî pilingeke biheybet dilêmin ji min kir, dilê min ji min nema.

  • Wê şepalê miskê xalê dêmdûrê gerden şemalê

         Cebheta biskan sema lê dil ji min bir dil ji min

Ew panter (pars) a narîn û zerîf, nîşana wê ji miskê, sûret û rûyê wê wekî dûr (mirarî, mircan) gerden wekî meşalêyekî binûr dibiriqe. Biskê (zulf) wê wekî esman dilêmin ji min kir, dilê min ji min nema.

  • Zulf û xalan nûn û dalan wan ji min dil bir bi talan

Goşeyê qewsê hilalan dil ji min bir dil ji min

Bisk û nîşan û birû û guliyên wê min û dilê min talan bû û xerc û tarûmar bû. Goşeyên qewsê (kevanek) birûyê wê wekî hîlalan dilêmin ji min kir, dilê min ji min nema.

  • Dêmnedîrê bo ‘ebîrê xemrî û gîs û herîrê

           Sîne kir amancê tîrê dil ji min bir dil ji min

Rûyê wê wekî agirê agahdarkirinê ye û por û guliyên wê yên sor û keziya wê wekî herîr e.Sing û sîneyê min kire hedefa tîra xwe dilêmin ji min kir, dilê min ji min nema.

  • Surşirînê nazenînê kuştim û nakit yeqînê

           Wê bi çengala evînê dil ji min bir dil ji min

Sûretşîrînê (xwinşîrînê) nazenînê li qiyametê qethiyen nake û nakeve çengala evînê, Xwe naêxe di nav çembera eşq û evînê de û ev e jî dil jê dibe dibe û ilê wî diêşîne.

  • Fetl û taban da xuraban ebleq û cohtê şebaban

         Dame ber pence û kulaban dil ji min bir dil ji min

 

Zivirokekê û di nav dewerana eziyet û tengavî û zehmet ê de dimînin genc û ciwan. Eşq û evîn me dide ber pençe û kulaban (neynokê ajalan) dilêmin ji min kir, dilê min ji min nema.

 

  • Xweşxeramê ez xulamê nazikê şîrînkelamê

         Tûtiya eywanmeqamê dil ji min bir dil ji min

 

Meşxweşê, tevgerên wê yê binazî, şîrîn awazî, xeber xweşî min kir xulamê xwe, Tûtiya (Papaxan, dûdû) di meqama salonên (hewşên) mezin de dilêmin ji min bir, dilê min ji min nema.

 

  • Mahirûyê miskiboyê surpilingê şêrixûyê

           Wê bi zulfa şubhê goyê dil ji min bir dil ji min

 

Rûyê wê wekî heyîvê, bêhna wê wekî miskê, Sûret û şiklê pilingê xûyê wê wekî cesûr şêrê ew zilfên gilover wekî gogê dilêmin ji min kir, dilê min ji min nema.

 

  • Herdu weşman naz û xeşman kê ji ber wan ‘eql û hiş man

Sa’eta min dî bi çeşman dil ji min bir dil ji min

 

Eql û hiş namîne ji ber naz û xişm û herdu deqên li ser rûyê wê. Wextê ku min ew li ser çeşmê dît her saetên min bi ronî barandinê ve derbaz dibe roniyê wekî çeşman

 

  • Mahitabê afitabê dêm ji roj û şeb niqabê

     Xweş bi çengal û kulabê dil ji min bir dil ji min

 

Ronahiya heyîvê, ronahiya tavê, dêm wekî rojê ye û peçeya (nîqap) li ser serê wê dike ronahî, Ew çengala ez ketime di nav de û ew kulaba te min da dilêmin ji min kir, dilê min ji min nema lê dîsa ji te ye li ber vê çendê xweş e.

 

  • Serwinazê serferazê şubhê zêr remza mecazê

     Dame ber çakûç û gazê il ji min bir dil ji min

 

Bejina wekî serwiyê (an jî li ser vê nazdariyê), serfirazê, birûmetê, sembola zêrê mecazê, min daye ber çekûç û kelbetan û meqesê min perçe perçe dike û dilêmin ji min dibe, dilê min ji min namîne.

 

  • Bejn û bala tûx û ‘ala min kirin vêk ra mutala

   Çîçeka terhîn-i wala dil ji min bir dil ji min

 

Bejin û bala wê wekî nîşan û alayeke bilind û bi heybet, min êxiste di halên efkar û endîşeyê de. Çîçeka terhîn î bilind û ala dilêmin ji min bir, dilê min ji min nema.

 

  • Mîrê xazî şîrê tazî vêk-i ran min dî bi bazî

             Kir li me j’ xeflet ve gazî dil ji min bir dil ji min

 

Wekî mîrekê qazî şûrê wî hê ji destê wî de û nekiriyê qevda (qebzeya) wê de û direve û dibeze ez jî di nava xeflet û dalaletekê mezin de hêlandim û ew evîn dilêmin ji min kir, dilê min ji min nema.

 

 

 

 

  • Şîr û xişt in zulf û qişt in hin veşarin hin vehiştin

         Pehlewanan dest vemiştin dil ji min bir dil ji min

 

Zilf û qiştên (kakûl, guliyên biçûk) evîna wî wekî şûr (xençer) û xiştê (ku bistek (dingil) pê tê diavêtin) diemilîne û caran derîne der û caran jî vedişêre. Pehlewanan dest li ber badan ew dilber dilê min ji min kir, dilê min ji min nema.

 

  • Rohniya çehvên Melayî ew tecellaya te dayî

   Ya ji Ehmed dil revayî dil ji min bir dil ji min

 

Tu hem ronahî û hem roniya (hêsir) çavên Melay î ew peydabûna, çêbûna qedera hatiye serê Melayê tenê dilekî revayî ye û ew maşûqa Melayî dilê wî ji wî bir, dilê wî ji wî nehêla.

FERHENGA HELBESTÊ

 

Afîtab: Wekî ronahiya tavê

Cebhet: Rû

Dêmnedîr: Rûyê weke agirê ku ji bo agahdarbûna tiştektekî li cihê bilind tê vêxistin.

Dûr: Încî

Ebleq: Reş û spî;belek

Fetl: Tiştên yek û du ve tên alîn, zivirindina hev re.

Gaz: Kêlbetan, Meqes, şûşeya hesinî.

Gîsû: Kezî

Herîr: îpek

Kulab: Neynokê ajalan.

Mahîtab: Wekî ronahiya heyîvê

Mahîrûyî: Serçavê wekî heyîvê

Mital: Endîşe, Efkar

Miskibo: bêhnmisk, bêhnxweş.

Nûn û dal: Birh û gulî

Qişt: Kakûl, Guliya biçûk

Sema: Esman, Asîman

Remz: Sembol, dawer.

Revayî: Yê direve ji cihekî

Şebab: Xort, çavên dijwar.

Şebnîqab: Rûpêça wekî şeva reş.

Şeng: Şen, şa, şad,zindî,

Serwînaz: Wekî dara serwiyê bi naz û tevger.

Şepal: Panter, pars, şêra mê

Şepal: Zerîf, sempatîk.

Şêrixo: xûyê weke yêşêr, cesûr, jêhatî.

Şîr: Şûr.

Şox: şan, şuh, dilkêş, cazîbedar

Sûrpiling: Sûreta wekî pilinga.

Surşîrîn: Sûret şîrîn, xwînşîrîr, bedew

Tox û ala: Nîşan û ala.

Tûtî: Papaxan, dûdû.

Xurab: Porê weke qijikê reş.

Xweşxeram: Meşxweş, tevgerên bi nazik û libabûn.

Xeşm: Hêrs, Qehr. Çeşm: Çav.

Xemrî: Gulîyên sor.

Xişt: Biskeke ku weke riman tê avêtin.

Vemiştin: Dest û zend badan; birin jor, lê qat kirin.

Weşm: Deqên ku mirov ji bo spehîtıyê li ser çermê xwe çêdikin.

Wala: Bilind, bala.

27/02/2014/Wan
Necmettin KEVE