Nirxandina Pirtûka Mehmet UZUN

62

Nirxandina Pirtûka Mehmet UZUN   (Mirina Kalekî Rind)

Ji bo rexneya wêjeyiyê lazim e mirov nazariyên wêjeyê baş bizane, wêjeyê û xwendina pirtûkên wêjeyî hez bike, li ser wêjeyê xebatên wî/wê hebe. Ji bo vê spartekê çi ji destên min bê ez ê bikim. Di nivîsandina vê spartekê de, ji ber alîkariya mamosteyê xwe Seyît Battal UĞURLU re gelek minetdar im û gelekî spas dikim.

Nazariye (Teorî), di zimanê Yewnaniyan de “dîtin, nêrîn, dîmen, xuyang” tê bi wate kirin. Aliyekî din jî dibe “riya nêrînê”. Ango nazariye, ew tişta ku em dinêrin û ji bo ku ew tişta em dinêrin, çarçove û darebendekê xêz dikin. Nazariye, amûra û pêgirtina têgihîştinê ye. Nazariye, deşîfrekirinê û watedarê bikartîne. Ji aliyekî din ve jî nazariye, ji bo rexnekirina rewşa mewcût bergehê dabîn dike.

Ev pirtûka ku ez ê binirxînim, pirtûka Mehmet UZUN a Mirina Kalekî Rind ji weşanê İthakî di sala 2007 de, li Stenbolê hatiye weşandin. Niha jî romana Mirina Kalekî Rind ya Mehmet UZUN anegorê nazariyeyan û rexneyên wêjeyî em ê binirxînin.

Jînenîgariya Nivîskarî

Mehmet Uzun, di sala 1953yan de 1ê rêbendanê , li Sêweregê ser bi Rihayê (Urfayê) hatiye dinyayê. Ji ber xebata wî ya nivîsîna bi zimanê dayikê çend caran ji aliyê desthilata Tirkan ve hat zîndan kirin. Her ji ber wan gefên li ser jiyana xwe, li havîna sala 1977ê ji Tirkiyê derket û heyameke dirêj li Swêdê ma.

Heft roman û gelek ceribandin, lêkolîn û helbest nivîsîne û weşandine. Helbesteka wî ya dirêj bi navê Destana Egîdekî ji layê hunermend Ciwan Hacoyî ve hatiye strandin. Mehmet Uzun tenê bi kurdî nanivîse, gelek berhemên bi zimanên Tirkî û Swêdî jî nivîsîne. Ew endamekî çeleng ê PEN ê û Yekîtiya Nivîskarên Swedê ye. Wî li sala 2001ê xelata Torgny Segerstedt wergirt.

Ew li sala 2005ê vegeriye Tirkiyê û li Stenbolê ma. Li dawiya wê salê (2005ê) ji aliyê wezareta rewşenbîriyê a hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li Hewlêra paytext hat xelatkirin. Lê mixabin ku li 29ê meha gulana 2006ê hat zanîn ku tûşî nesaxiya giran a şêrpenceyê bûye. Li destpêkê, ew li nexweşxaneya zanîngeha Karolînskayê li Stokholma Swêdê hat nivandin. Ew ji bo çareserê ber bi Amerikayê jî hat şandin.

Berî nesaxkevtinê, Mehmed Uzun mijûlî nivîsîna romaneka nû bi navê “Hêviya Auerbauch“î bû. Mehmed Uzun di 11’ê cotmehê sala 2007an di saet dora 11.00an li Amedê ji ber nexweşiya xwe çû ser dilovaniya Xwedê (cc). Gora Mehmed Uzun, li goristana Deriyê Mêrdînê, li Amedê ye.

Hevsera Uzun, Zozan Uzun di axaftinekê xwe de wiha gotiye: “Nîva şevê di xewê de hişyar bû lambaya odeyê hilkir. Ez jî hişyar bûm. Min pirsa ‘Çi çêbû tiştek qewimî?’ Wî ji min re got, ‘Lehengekî min tiştek ji min re got, ez ji bo wê binivîsim rabûm.’ Mehmed UZUN di jiyana xwe ya niviskariyê de gelek bi dîsîplînî dixebitî.”

Îro hinek kes wî wekî serkêşê romana kurdî ya modern dipejirînin, her çiqas ev cihê nîqaşê be jî, lê rastî ew e ku ew ji wan kesan e ku berhemên wî herî zêde tên xwendin û hez kirin. Bi taybetî hêjayiya romana “Siya evînê” û “Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê” gelek berçavtir e. Ji xwe ev her du berhem bo zimanên bîyanî jî hatine wergerandin.

Berhemên Nivîskarî

Tu, Dengê Komal (Roman, 1984)

Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê, (Roman, 1987)

Mirina kalekî rind, (Roman, 1989)

Siya evînê, (Roman, 1989)

Destpêka edebiyata kurdî, Beybûne, Enqere (Lêkolîn, 1992)

Hêz û bedewiya pênûsê, Weşanên Nûdem, (Pexşan, 1993)

Antolojiya edebiyata kurdî, 2 cild, Weşanên Tûm zamanlar, Stenbol (Antolojî, 1995)

Bîra qederê, Sara, Stokholm / Avesta, Stenbol (roman, 1995)

Världen i Sverige (tevî Madeleine Grive), En bok för alla, Stokholm (Antolojiya helbestan, 1995)

Nar çiçekleri (Kulîlkên Hinarê), (Pexşan, Bi tirkî, 1996)

Ziman û roman, Weşanên Nûjen (Hevpeyvîn, 1996)

Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê, Weşanên Avesta (Roman, 1998)

Dengbêjlerim (Dengbêjên Min), (Pexşan, Tirkî, 1998)

Hawara Dîcleyê 1, Avesta, Stenbol (Roman, 2001)

I skuggan av en förlorad kärlek (werg. Ingmar Björkstén), Ordfront förlag, Stokholm (Antolojî, 2001)

Zincirlenmiş zamanlar zincirlenmiş sözcükler (Demên zincirkirî peyvên zincirkirî), (Pexşan, Bi tirkî, 2002)

Ruhun gökkuşağı (Qozaqara Tînê) (Bi tirkî)

Derheqê Romanê

Ev roman, di sala 1987an de hatiye nivîsandin. Romanekê nûjen e. Lewre navbera bûyer û mijaran rêzek tune ye. Bûyer ji nişk diqede û paşî destpê bûyer û mijarekê din dike. Di pirtûkê de gelek mijarên razber û felsefî hene.

Nivîskar ev pirtûka xwe de spasiyan ji kalên rind Osman Sebrî, Cegerxwîn, M. Hesen Hişyar, Hêmin, Feqî Husên, Şêx îzeddin Huseynî û Efîf Huseynî dike. Ev pirtûk ji bo bîranina Seyda Cegerxwîn hatiye nivîsandin.

Nivîskar UZUN, di destpêka romana xwe de bi beytekê Melayê Cizîrî destpê kiriye. Roman ji 5 beşan pêk hatiye. Mehmed Uzun di romanên xwe de, ji bo vegotinê, bêhtir kesê sêyem hildibijêre û bûyeran ji devê vebêjerê ku nivîskar bi xwe ye dide xwendevanan. Bi tenê di Tu û Mirina Kalekî Rind de bûyer ji devê lehengê romanê yê sereke tê vegotin. Lê ev guherîna rêya vegotinê nirxandina me naguherîne. Di wan herdu romanan de lehengê sereke, nivîskarê romanê ye û bûyer li dora wî digerin. Ji bo çi digel ku şêweyê vegotina wan romanan cuda ye jî, em dibêjin ku di romanên wî de vebêjer tim nivîskar bi xwe ye? Ev pirs bi çend hevokan be jî zelalkirinekê pêwîst dike.

Nirxandina Pirtûkê

Nivîskar di pirtûka xwe de, behsa heyranetiya kalekî rind dike. Rind di gundekî kavil de dije. Ev pirtûk wekî serhatiyekî nivîskarî ye. Lewre bûyer û mijar ji devê nivîskarê tê vegotin. Tesîr û bandora Kalê Rind wisa mezin e ku nivîskar, ji xewnên xwe de Kalê Rind dibîne. Nivîskar, bîranînênê wî yê ku gel Kalê Rind derbazkiribûye dixwaze binivîse. Nivîskar “Piştî xewna min a dawîn, êdî ez baş dizanim ku ez divê te û wan rojên ku em bi hevre bûn, binivîsim.” Kalê Rind ji bo nivîskarê rewşenbîrek e. Di xewnekê xwe de gel Kalê Rind di nav daristaneke pir ecêb de ne. “Pelên darên curbecur di esasê xwe de rûpelên pirtûkan bûn. Ew tiştê ku daristan di nav ronahiyeke rengîn de dihişt, ev rûpel bûn.”

Nivîskar, caran ji gund derdikeve diçe welatên dûr. Ev dûrketin bêçaretiyê diêxe berçav. Diçe di nav jiyaneke “burjuvazî” û dewlemendiyê û disa zivire cîhana xwe ya kevn. Nivîskar di pirtûka xwe gelek cihan de behza “biyanîbûn”[1]ê dike.

Nivîskar, di rûpela 17. de di nav hevokên xwe de behsa şerê cîhanê dike û wiha dibêje: “Ew roj, rojên qefilqedayê, rojên cehennemê bûn. Mirov, mirovatî, cîhan hemû dîn bûbû.” Zîhniyetekê “materyalîst” û “kapîtalîst” ketibû di nav gelên cîhanê û di nav mejûyên mirovan de cih girtî bû. Nivîskar di dewamê de “Şer wekî Ruhistînekî[2] ketibû nav insanan… wekî ku gur ketibe nav keriyê pêzan” Ev rojên tengavî û zordariyê de kesekî guhdariyê gotinê Xwedê (cc) nekiribû. Pirtûkên pîroz nehatibûn guhdarkirin. Wekî gotina Nietzsche “Xwedê mirî bû.”[3]

Di rûpela 22’yan de “Roja min a yekem bi dengê bilûrekê dest pê dikir.” Ew denga bilûr nivîskar bire zemanên berê yê hez ji ew rojên xweş û paq. Bi dengê bilûrê ve nivîskar, ew tiştên ku “binehişiyê”[4] wî de cih girtiye dixwaze bîne der. Lewre nivîskar, di nav tengavî, bêçaretî, êşekî giran de ye. Dixwaze van tiştan “serqut bike”[5]. Ber vê çendê dengê bilûrê û xwedanê bilûrê Kalê Rind jî ber çavê xwe “digirisîne”.[6]

Nivîskar heyranê Kalê Rind’e lewre her tiştên û xebatên Kalê Rind bala nivîskarê dikêşe. Mînak; Rûpel 24; “Kalê Rind bi tenê dijî. Ji bo wî hem li hundir, hem jî li derveyê malê rehet e. Jê re li hundirbûn an li dervebûn zêde ferq nake. Ew her rehet e.” Ev rewşa Kalê Rind pir bala nivîskar dikêşîne. Nivîskar, Kalê Rind wekî rêber û pêşengekî dibîne: ”Te aliya min kir. Te ez avêtim nav wê cîhana bi xêr û bereket a peyv û qisên germ û rengîn. Peyvên germ wekî pêtên agirê manqalê dilê min û mêjûyê min kizirandin. Peyvên rengîn ji nû ve vejiyan, bûn jîndar û hatin nik min… Te ew zimanê min ê dilsoj û keserkûr da min… Belê, zimanê xwe heyîna xwe ya herî pîroz, herî mezin ji nû ve keşf kir. Ez fêr bûm ku meriv dikare peyvan bi awayekî din jî bi kar bîne, bi awayekî din jî wan bîne zimên. Min dît ku meriv di bin perda giran a tenêtiyê de dikare bi peyvan rê hevaltiyeke kûr besttijî bîne pê. Belê min dilê xwe bi peyvên te yên kevn û efsanewî neqişand. Min ew peyv wekî libên mircan û lûlûyan di hucrên herî hûr ên mêjûyê xwe de rêz kirin.”[7] Nivîskar di çend cihên romana xwe de jî dîsa behsa zimanê dike.

Nivîskar di çend rûpelan de behsa kefxweşiya hevdîtin û hevmayîna li gel Kalê Rind dike. Nivîskar dixwaze dewamî li cem Kalê Rind be. Ji wî qet dûr nekeve. Nivîskar di zarokatiya xwe de hevaltiya çûka hechecîkê dike. Nivîskar di romana xwe de ji serî heta binî pê “têrbûnê û tetmînbûnê” dikeve. Ew tiştên hatiye jiyandin wî tetmîn nake û ew jî dikeve pê tişt û kesan, (çûka hechecikê, dengê bilûra Kalê Rind, Kalê Rind, Jinên bejndirêj û porzer ên di welatê dûr û biyanî de dijîn). Nivîskar ber vê çendê van tiştan “bigirisîne” û lê belê ev tişt ji “sawînê[8] pêştir ve çi nîn e.

Hevaletiya xwe ya gel çivîkê wekî aveke zelal dibîne. Nivîskar di rûpela 31. de ji hêviya çûka hechecîkê dimîne. Di umîd hêvîkirinê de nivîskar, dîtina çivîka hechecîk û Kalê Rind, yek dibîne û wan dianî hev.

Nivîskar di gelek cihên romanê de dumend dijayetî û tezadan[9] dije. “Ma tirs çi ye? Ma tirs dikare bê xurtîyê hebe? Tirs xwişka xurtiyê ye… Em insanên vî welatî, di navbera tirs û xurtiyê de diçin û tên.” Di rûpela 51’ê de “İnsan nikare rehên xwe berde bin axên xerîb” dinivîsiye. Nivîskar di navbera welatê xwe û welatê xerîb maye. Di welatê wî de tevlihevî, alozî, geremolên sîyasî û aborî li pey hev çêdibûn. Di welatê xerîb de jiyanekî azad, berfireh, dewlemend û rehet heye. Kalê Rind jê re şîretan dike û dibêje: “Mirov her gav gazindeyê ji tiştên der dora xwe dikin û tiştên ku ji mirovan dûr in, her gav ew xweş û balkêş in.”[10]

Di romanê de behsa jiyana bajariyê jî dike. Behsa halê gelên Kurd û mirovên bedbext, xemgîr û bêkesên di nav bajaran de yên dijîn dike. Behsa jiyanekî û çandekê trajîk[11] dike. Nivîskar li ber vê çendê jiyana Kalê Rind ji bo xwe jiyanekê lê hatin gerîn dibîne. Lê belê jiyana Kalê Rind jî ji bo nivîskar gelek sade xuyadikir. Ji xwe ew jiyana sade bala nivîskar dikêşabû.

Nivîskar, lehenga di romana xwe de (Kalê Rind) dide xeberdan. Wextê Kalê Rind diaxêve em dibînin ku; “Her wiha bilûr ji bo min dibe wasiteyek ku ez wan pêlên ku di hundirê min de dikelin, daxînim, rawestînim. Dil û mêjûyê min di vê payîza emrê min de hê jî pêl didin. Bilûr ji bo van pêlan dibe bendek. Hingê ez xwe hinek rehet hîs dikim.” Li cihekî din jî Kalê Rind: “Her kes li gora xwe tiştekî yan jî ji tiştinan hez dike. Hinek ji mal û milk, hinek ji xaniyên xweşik ên baş raxistî, hinek jî sirûştê, …, hinek ji pirtûkan û di nav rûpelên pirtûkan de gerînê, hinek ji seyên bêdeng, hinek ji sebûnê[12] û hinek jî ji jinan hez dikin… Ez jî kêfa xwe ji bilûra xwe re tînim û dixwazim her pişta wê mist bidim.”

Nivîskar, dîsa diçe welatê derve. Digehe Stokholmê. Li cem xwe gulekê sor biriye. Wê gulê didane kunca herî baş a salona xwe. Gul hêdî hêdî hişk dibe lê nivîskar wextê ku dinêre dewr û mekanên ku êdî wî li pey xwe hiştibû, bianiye bîra xwe û ew hîsên ku ji bi dûr diketine, dîsa li wî divegere. Nivîskar li ser gulê dizivire koka xwe. Nivîskar di welatê xurbetiyê de wiha dinale: “Ez di wan baxçên navamalan û veşartî de bi saetan rûniştim û ber bi axa xwe, ber bi axa bav û kalan bi firê ketim. Nivîskar di nav bera welatan de di dikeve nav aloziyekê[13] de. Nivîskar çareseriyê digere ji bo hal û rewşa xwe. Xwe diavêje binçengên jinên biyanî yên stokholmê û jinên dirêj, porzer, xwedî çavên zerya. Dixwaze tiliyên wan ên dirêj di nav porê wî de bigere û dixwaze di nav çavên zerya de winda bibe. Lewre bi van jinan ve ew tiştên nexweş ku jiyaye dê serqut bibin. Dîsa jî nivîskar dizivire gundê xwe û wêneyekê gundî di rûpela 48an de tîne ber çavê me. Wêneya bêçaretiyê, wêneya belengaziyê. Rêyên ax û herî, di rojên sar û şilopeyên zivistanê de gund bi keser û terkirî dide pêş me. Di dewamê de hêviyekê û umîdekê nîşame dide. Ew jî ev e: “Di hinek banên xaniyên gundiyan de dûman radibe. Bi tenê vê yekê nîşan dida ku gund hê jî jîndar e, ew hê jî dijî.”[14] Nivîskar di cihekî din de jî gundê Kalê Rind, wiha teswîr dike. “Ev gund di nav kavil û wêraniyeke wisan de bû ku dilê merivan pê dişewitî. Gund, wekî gundekî xirbe û terkirî dixuya.” Wêneyek patografîk[15] dikêşe.

Di malpera 96an de: Li ber qutkirina êş û kederên xwe, xwe diavêje bin siha keniyê. “Lê wisan dixuye ku me xwe spart bin siha tîqe tîqan da ku em nîşan bidin ku em niha hîn bêhtir kêfxweş in.”

Di romanê de nivîskar di derheqê Rind’an de agahî berhev û lêkolinê dike. Ji aliyekî din ve jî li ser jiyana Melayê Cizîrî lêkolê dike. Di dergeqê Melayê Cizîrî gelek malûmatê berhev dike lê di derheqê Rind’an de qet nagehe tiştekê. Navê Rindiyê di çend helbestên yê hozanê Tirk Yahya Kemal de derbaz dibû lê nivîskar ji van helbestan tu tiştek jê fam nekiribû. Belê ji Îranê hevalekî wî bo wî nameyekê dişîne. Di wê nameyê de behsa Rindiyan dike. Rind, pê serfirazî û bextiyariya maneviyê de ne. Ji xwe Kalê Rind jî car bi car, bi dengekî nizm, digot: “serfirazî û bextiyariya manewî”

Kalê Rind ji zarokatiya xwe heta 45 saliya gelek mabû di nav geremol, aloziyan de, gelek cih û war gerbû gelek ziman hînbûbû, gelek jan û derdê jiyanê kêşabû. Ku temenê wî bû 45 sal tê vî gundî û di vî gundî de cih dibe. Di demekî kin de ronahiya çavê xwe winda dike û kor dibe. Heta mirina xwe li gund dimîne. Di zikratê de Kalo ji bo wan dua û şîretan dike . Wî car bi car digot: “Insan biçûk û reben in, lê ne mirdar û xirab in.” Nivîskar ji ber mirina Kalê Rind gelek xemgîn dibe.

Kalê rind di saetên dawiyê de nivîskarê nabîne lê ji bo wî di nava pakêtê de hinek pirtûk, kovar, nivîsarê bidest û bandên[16] ji aliyê Kalê Rind ve hatiye qeyd kirin bi dengên xwe hebûn. Ev tişt wî girêdabû welatê xwe û Kalê Rind. Nivîskar ne welatê xwe ne jî Kalê Rind qet ji bîr nekir.

[1] Biyanîbûn: Yabancılaşma

[2] Ruhistîn: Azraîl

[3] Mirina Xwedê: Tanrının ölümü

[4] Binehişî: Bilinçaltı

[5] Serqutkirin: Bastırma

[6] Girisandin: Yüceleştirme

[7] Ziman: Dîl (Ferdinand De Saussure)

[8] Sawîn: Yanılsama

[9] Dumend dijayetî û tezad: İkili karşıtlık

[10] Rûpel: 51.

[11] Çanda Trajîk: Trajîk Kültür

[12] Sebûn: Köpekleşme

[13] Aloziya Oidipus: Oidipus Kompleksî

[14] Rûpel:48.

[15] Patografî: Duygu yazısı

[16] Band: Kaset