Ji xweliya xwe

11

haber

 


Wekî her mirovekî azad hatim dinyayê. Bi lorikên kurdî yên dayîka xwe mezin bûm. Jiyana min tev kurdî û gundewarî bû. Roj tev zelal bû. Xewn û xeyal tev kurdî bû. Dewlemend nebû lê ya min bû.


Lê belê ku min destpê dibistanê kir û pê de televîzyonek diket di nav mala me de. Tiştên nû me dîtin, tişt ji me hatin peşirandin. Kî min ne pirsî û tiştên xerîb û biyanî êxistin di nav jiyana min de. Jiyan tevlehev bû. Lihevketina ji derve tê zêdetir bû. Gotine min Tirkî biaxive. Her roj li dibistanê min re pê dan gotin ku: Yê bêje ez Tirk im, kêf kêfa wî ye. Gotin ya min nebû, dîrok ya min nebû. Pê ew tiştên di jiyana min de tuneyî, jiyana min wergirtin û fetisandin. Jiyan tevlehev bû, xeyal tevlehev bû, zêhn tevlehev bû û hêj jî nehatiye li ser hemdê xwe. Hilbijartina min nebû, hilbijartina gelek kesan jî nebû. Bi zordarî, bi zordestî, dagirkerane jiyana min û jiyana te şekilandin. Xaniyê me, “ên me dike me” di bi destê dagirkeran, bi destê nezanan û hinek bi destên me de kavil bû hate xwarê heta xîmên xwe.


Genc û xortên me tev şiyar dibin. Dixwazin ku ji nû ve afirînin, çêbikin û bilind bikin dîwarên xaniyê xwe. Lê belê xort û ciwanên kurd nizanin xîm û bingeha xanîyê xwe pê çi çêbikin. Mêzeyê war û welat, gel û milletên din dikin.


Dinêrin ew fikrên kevneparêz ên beşerî, dinêrin sîstemên dema wan a borî, çareseriyê digerin di materyalîzm, komînîzm, sosyalîzm, faşîzm û hemû sîstemên beşerî de. Bûn hizbûllah, bûn hizbûtahrîr, bûn cemaatperest, lê nebûn xwe. Tiştekî dî jî ev tişt jî nebûn çare. Em ketin pê Tirk û Ereb û Farisan lê em neketin pê Kurdekî delal.


Çareserî ev e:


Çûka anqayê bû xwelî, lazim e di nav xweliya xwe de ji nû ve can û ruh be. Ji nû ve jîndewar be. Ji nû ve geş be, ji nû bi xwe ve bê.


Xweliya me jî, xweliya bav û kal û pêşiyên me yên pîroz e…


 


 


 


 


 


Sermawez


08.11.2013.WAN


Necmettin KEVE