GAZINA ZAROKEKÎ BÊNAV

44

Yên ku di her hevoka xwe de qala Mafê Mirovan dikin, ka hûn li kurê ne? Ma qey çavên we kor û guhê we kerr buye. Ez zarokek biçûk im, carna li başur û bakûr û carna jî li rojava û rojhelat têm qetilkirin.

Ev ewrên reş û tarî, wê kengê ji ser serê me belav bibin? Emê kengê tîrêjên tavê bi çavên xwe yên girî bibinin? Nizanim, nayê hişê min, bê ez kengî bi dilxweşî  keniyabûm! Heta wan hovên cinawir, xewê jî bi dilopên sor li me lewitandine …

Berê kêfa min pir ji balafiran ra dihat, ew balafirên spî ku asîman dixemilandin. Lê belê ev balafirên weke qijikên reş ji kû ve derketin û malika me xerab kirin? Gundê mîn, dê û bavê min, xwişk û birayên min û hemû eqrebayên min, heta berxik û pisîka min a gewrik jî, bi hovîtî hatin qetilkirin.

Ma we me nedit? Di kovar, rojname û televizyonan de qala me nekirin gelo? Wey min jibîr kir, de qena hûn aciz nebin, wa li van nuçêyên bêqîmet(!) nemeyizand. Ne wilo? Bila be, xem nake. Mereqa min nekin, vê gavê ez hêj nemirime. Hûn ji kar û barê xwe yê girîng paşde nemînin.

Ji zorekên xwe re, pêlîstikên herî xweşik bikirin. Wan bibin dibistanên xweşik. Xwarin û vexwarinên herî çêjdar bidin wan. Lê ji kerama xwe re, bes qala mirovatî, dilovanî û mafê mirovan bikin. Em êdî ji we bawer nakin. Divê hûn ji xwe ji vê rûreşîyê xelas kin.