“Fatfatilok” Derket…!!!

25

Bi Kurtasî “Fatfatîlok”

Ev pirtûk, ji nozdeh kurte çîrok û sê mesolakan pêk hatiye, “Fatfatîlok” Çîroka serekeye, her wiha navê xwe jî daye pirtûkê.

Pêşgotina “Fatfatîlokê”

Bêguman, zanîn ji afirandina cîhanê ve despê kiriye hê jî didome. Xweda jî ji me bi fermana xwe ya yekem, xwestiye û gotiye “bixwîne”. Me jî armanc kiriye ku, bi xwendinê em, bîra Kurdewariyê, bi taybetî jî  çanda “Çîroka KurdΔ bi hişmenndeyeke netewî zindî bigirin û ne hêlên bê ji bîr kirin.

Heta ku mirov xwe nas neke, Rebê xwe jî nas nake, xwe zanîn jî bi zimên destpê dike û paşê bi çand, dîrok û wêjeyê ve di herike. Di nava çand, dîrok û wêjeyê de, cihê “Çîrokên Kurdî” pir girîng û pir bi taybet e. Her çiqas vê serdemê haya zarokên me  ji vê tune be jî, çîrok di demên berê de, di şevên zivistanê yên dirêj de, şevbihurka mezin û piçûkan bû. Gelek zarok bi çîrokên bav û kalên xwe, bi çîrokên dê û dapîrên xwe di nava lihêv û doşekên xwe de ketine xewan û bi xeyalên nû ve ji xewê hişyar bûn. Çunkî çîrok, bi taybetî çîrokên Kurdî yên resen(orjînal) ji bo paşeroja nifşê nû, berfirehiya mejû, dinyayeke bê sinor, hişmendiyeke netew, hêviyên erîni, xwezanîn, xwenasînê bi dest têxe. Ev nayê wê wateyê ku, çîrok tenê ji bo zarokan e, demên berê de, şevên dirêj, di diyanên mezinan de jî, vegotina çîrakan û çîrokbêjan di çanda kurdi de cihekî girîng girtiye.

Me; (Bedreddînê Wanî û Necmettin KEVE) du birayan, du sê sal were, ev çend çîrokên Kurdî yên resen me ji pîr û kalên heremê guhdar kir û bi deng tomar kirîbûn û paşê jî me ev çîrokên resen nivîsande li ser kaxizê û paşê jî pêşkêşî we xwendevanên ezîz kir. Me ev çîrok ji gelek kesan berhev kir, me gelek çîrok guhdar kirin û nivîsandin lê me ji bo we di nav van çîrokan de, yên herî nirx, yên herî resen û yên herî xweşik ji we re hilbijartin, yanî ev çîrokên de vê pirtûkê de hene, yên serekene.

Dema em zarokbûn, bavê me, Mele Ehmedê Kumêrî (Ahmet KEVE), ji me re gelek caran çîrok vegotin, bingehe me, bi vegotinên bavê me çêbibû. Ber wê çendê em ji bavê xwe re rêz û spasiyên xwe dişînin ku, wî em ser çanda me perwerde kiriye. Kesek dî heye ku em ji wî re spasiyên bişînin ew jî, Mamoste Yalçın Ozdemîr re, ku wî jî dema me ji herêma Westan (ku girêdayê bajarê Wanê ye)ê çîrok guhdar kirin, ji me re pir alikerî kirî bû. Spas Mamosta Yalçin. Ya dawîn hewceye em xwendekar û malbatên wan jî ji bîr nekin ku, wan jî ji me re, hinek çîrok şandibûn, me jî ew çîrok nirxandibûn, em wan jî pîroz dikin, her hebîn…

Înşaelah hûn jî ji van çîrokên resen, ku hemû jî çîrokên kurdî ne û yên kevnar in,  jê sûdê werbigirin û ji bo zarokên xwe vebêjin, bixwînin û bidin xwendin…

 

Birakan: Bedreddînê WANî…   Necmettîn KEVE…