Çîroka Pîşkar

15
Aç olan aş, tok olan aşk ister.

Ki tî be nan u av,Ki têrbe dîl'da yâr dîxwaze.

haber

Hebû tune bû. Wextekî sê zelam hebûn. Yek keçel, yek seqet û yek jî pîşkar bû. Gotine zelamê pîşkar “Pîşo”. Riyekê ve çûn. Çûne Gundekî.


            Pîşo got: Ez biçim kîjan malê hûn neyên wê malê. Çûn berderê malekê sekinîn. Ber deriyê malê pîrejinek hebû.


Yê seqet got: Hûn mêvanan xwedan dikin?


Pîrejin got: Hûn emanet û mêvanên Xwedê ne. Kerem bikin werin jor.


Pîşo got: Nava vê malê teng e. Ez nayêm vê malê. We divê hû herin. Pîşo ku wisa dibêje keçel û seqet jî didene pişt û diçin. Çûne malekê din berê xwe danê û jineke delal û bedew ber deriyî rûniştiye. Jina bedew biskên xwe badide û çavên xwe kil dike.


Pîşo dibêje: Tu mêvanan xwedan dikî?  


Jinê got: Na wellah, ez xwedan nakim. Xwedanê min ne li mal e.


Pîşo got: Wellah ev maleke gelek fireh e. Di dilê xwe de jî got “Xwedanê jinê jî li mal nîn e, ev tiştek gelek xweş e.” Bê dilahiya jinê, Pîşo dikeve hundir. Seqet û keçel jî didene pê.


Pîşo dibêje wan: Min ne gote we, ez biçim kîjan malê hûn neyên wê malê.      


Keçel dibêje: Te got ev mal gelek fireh e. Ê têra me jî cih heye. Jinik ji bo wan cihê rûniştinê amade dike û rûdinin. Jinik mecbûr dimîne û diçe ji bo wan şorbe û xwarinê amade dike û tîne. Wan jî pariyek nan xwariye. Bû şev.


Jinik nevêyaye  kesek li malê bimîne û gotiye: Dê îşev ava tofanê rabe. Ne we ye hûn di mal de razên. Yê seqet ji tirsê nivînek girt destên xwe û çû li ser banê mala jinikê û cihê xwe danand raza.


Destgirtîya jinikê jî hebû. Ku bû şev Pîşo ji paceya malê dinêre, destgirtîya jinikê tê malê.


Difikire û dibêje di dilê xwe de: “Ez ê kusa xwe xelas bikim ji keçel, seqet û destgirtiyê vê jinikê.”  Planekê çêdike û diçe teştek ava kelî dianî û li ser serê keçelê dirêje.


Keçel dibêje: Sotim  ez sotim.


Pîşo jî dibêje: Ka çi sot, hewar e hewar, ava tofanê radibe birevin. Bi vê gotinê keçel direve, seqet ji  banî xwe diavêje û xwe dipeqîne. Destgirtiyê jinikê ku keçela sotî dibîne ew jî bawer dike direve û diçe. Mal jî dimîne bo Pîşo û jinê. 


 


 


 


 


 


 


24.11.2013.WAN


Necmettin KEVE