BÛYE

62

Derdê te nayê gotin. Ne tu tê guhertin ne ez te diguherim. Êşa te nayê kişandin. Ne tu diedilî ne ez te diedilînim. Tu bûyî kewa dafikê. Durûtî bûye edet li ser axa te. Jana te bûye girêk û ketiye ser dilê min. Tu ji ku safî dibî ! dîroka te, bûye cirm ketiye stûyê min !

Ez diçim kîjan civatê, tu di nav meselê de yî. Tu bûyî xwêya hemû giraran. Bê te ti tişt çareser nabe; lê tu bi xwe pirsgirêkan diafirînî. Hêviya te bûye nivişta mela. Ji te re hemû dem, serdema dawî ye. Di vê dema hişê tevlîhev de, di vê dema nediyar de bi dûv daxwaza xebatên piranî de, di vê serdema ku dem têra ti kesî nake, tu bûyî çoyê destê dînan.

Zimanê meyî şîrîn, nîvê wê bûye peyvên biyanî, lêker bi zimanekî din tê bikaranîn. Zimanê min tahl e; devê min bûye marê nîvkuştî. Me ji nûve zimanek afirand, weke vejînekê weke ku bizrek di bin erdê de ji zû ve sekînîbe û bi baranê şîn bê. Me ji nûve edebiyatek afirand; lê nivîskarên me ji xwendevanên me pirtir in. Ziman û edebiyata me bûye defa ber kera.

Li hemberî bombebaranê ez hew dizanim bê ez çi hîs bikim. Zaroka di dilê min de bûye kevir, xwîn jê nayê. Piştî şerê navbajêr, dîwarên menî keda bi salan qulqulkî ne, mala me bûye dasiyê masî. Ne min qîmet da xwe ne kes mal û milkên me bihayê wê dide. Rewşa me bûye malê  mirî. Firaqên ku ji ber me mane, ji dizan re bûye aborî. Welat bûye xesûya seyan.

Mal û milkê, me di ber da’wa te de tê xerçkirin. Madenê menî binerd û sererd di ber kerîtiya te de tê serifandin. Tu, li ser navê me hemû warên me dagir dikî. Tu nahêlî ku em bibin xwedî heq. Tu dikî ku hemû hemwelatî bibin penaber. Tu herkesî dikî belengaz û dûvra li wan xwedî derdikevî, hineke din dikî tewanbar. Tu bûyî roviyê ku ji mirîşka xwe re mezin bûye !