BIJî YEKîTIYA XWEDÊ

56
            Doza te çi be, hezkirina te jî ew e.  Te ji bo çi mirin dabe berçavê xwe, tu dil ketiye wê.  Mijara têkoşîna te çibe te dil berdaye wê. Wekî di singekê de du dil nehatine xuliqandin. Wekî dudilî ji hêzketin e.  Wekî şirîkatiya evînê çênabe. Wekî tu dizanî ku du siltan li ser textê seraya dil de nikarin rûnin, tu dawa çi dikî ? Di hezkirinan de bijî yekîtiya Xwedê.
Hunera beşerî, ku ji hunera îlahî dûr dikeve, ji mebesta îlahî jî dûr dikeve.  Mixabin hunerên qalîteya wan bilind, ji evîna şirîkatiyê peyda dibin. Mixabin ew huner ji ebdîtiya Xwedê dûr dixin û ji bo hunermend dibin şirîkatiyek din. Wekî tu çi wêneyê çê dikî; lê tu nagihê xweşikiya rengê wî, wekî tu çi dengî  derdixî, dengê te tenê tê te, wekî tu kîjan helbestê dinivîsî peyvên te kêm dimînin li bal wê kitêba îlahî, naxwe dev ji xwe biqere tu bi van xeml û xeyalan nikarî bibe şirîkê bi rastî jî. Di huner de bijî yekîtiya Xwedê.
               Li ser dêmê te veşartina rehma resûl. Bi wê pozbilindiyê tu nikarî wî kaşî hilkişî. Telefona te modela dawî, cilên te ji modela nîv tazî, hişê te ji balkêşiyê dibezî. Te rastiya welêt nixûmand, te rastiya fitratê veşart. Ajalên ku tu wan naxwî tu wan dikujî. Kulîlkên ku ji bo xweşikiya çavan in tu wan diperitînî. Hemû tevgerên te ji bo ku tu wê peymanê ji bîr bikî. Piştî hemû qebhetan tu dixwazî bê jibîrkirin. Te rastiya Xwedê nebedî kir, rastiya dilê xwe nixumand; lê te serê xwe nenixumand. Wekî bêrehm, ne tu têr dibî ne çavê te, wekî bêrehm tu nikarî ji çiya bilindtir bibe, wekî tu di nav wê piraniyê de xwe winda dikî û her ku tu wî ji bîr dikî, ew jî dike ku tu jî xwe ji bîr bike, naxwe di hemû pêwendiyên zindiyan de bijî yekîtiya Xwedê.
               Gellek mirov ji Xwedê natirsin; lê ji qanûnan ditirsin. Eger ku qanûn li gorî daxwaz û hezkirinên hin mirovan bên amadekirin, wê demê wê herkes ji xwe re me re be. Sedemnameya vê ev e ku kê herkes xuliqandibe, bi herkesî û her tiştî zanibe, amadekirina qanûnan heqê wî ye. Ku peymanname ji holê rabûbe û şahidên derewîn li te elimandibin, bi çend danîşînan bi dawî nabe dubendî. Ji xwe ku bi gilînameyeke bêbextî, doznameke bê wijdan li ser te hatibe amadekirin tu hew karî ji nav lepê dozger xelas bibî. Wekî yên ku bi hikmên wî biryarê nedin mişrîk in, wekî ku dadger alîgir be ti dad ji wê dadgehê naderkeve, wekî ku dozger bêbext be û zilamê yekî zalim be hêvî ji dadgehê tê qutkirin, naxwe di dad û qanûnan de bijî yekîtiya Xwedê.
             Gerînende êsîrên rêzname û rêfermanan. Serok weke rêvebiran tevdigerin; lê ji me re pêşeng divên. Rêvebir bûne şopînerên bertîlan. Şaredar bi difre, walî rikdar, qeymeqam li kesî nake. Herkes zilamê yekî din, rêzikên herkesî ji hev cûda. Wekî ku li gorî hikmê îlahî hemû mirov xelîfe ne, wekî ku heval û hogirên pêxember hin jê fermandar hin jê pêşengê zanyariyê hin jê rêvebirbûn û bi vî awayî ew hemû ji me re rêber in, wekî tu di meznayeke ku tu nagihê de ye naxwe di rêveberî û serokatiyê de bijî yekîtiya Xwedê.
            Ku sazûman, qerqeşûn xûya bike naxwe  dilê te û hişê te ji rê derketine. Wekî hemû nîşan, wî şanî te dikin, wekî ji bilî zanîna nexûya her hebûnek bi nîşanekê ye, wekî zanyar çiqasî zanibe li ber zanîna wî ne tiştik e, wekî ti tişt ne bi serê xwe ye û ne beredayî ye, wekî li pişt vê piraniya agahiyan sazkerek heye naxwe di zanîstan de her bijî yekîtiya Xwedê.